Rênas Jiyan En Beğenilen Sözleri
1. "Jan, jîn, jin..."
- Janya
2. "Ez biqasî azadiyê ji te hez dikim...
***
Seni özgürlük kadar seviyorum..."
- Dîn Û Şîn
3. "ji nalînên min re vokalîstiyê bike...
***
sızlayışlarıma vokalistlik yapsana..."
- Janya
4. "Ji xewnên bê xwedê xeyîdîme, pekîyame û hatime Janya..
Ji nalînên min re vokalîstîyê bike..."
- Janya
5. "hilnayêm Janya
hilnayêm porkurê
di tirban de hilnayêm ha!..
***
sığamıyorum Janya
sığamıyorum evi yıkılasıca
mezarlara sığamıyorum ha!.."
- Janya
6. "Fermo Janya, êdî tu dikarî xwe bikujî !"
- Janya
7. "Negirî...
Tu meytê min dikujî"
- Janya
8. "wê wektê
bi xezeb
li vî bajarî
ez bi efara evîna te ketim
çiqas ken û maçên te hebûn
min zû zû civandin ji bajêr
nebejê çima
çavê min bar nebû ku ji wan re bihêlim
lê dîsa jî
min hinek dil
kir sedeqa serê evîna xwe û te
û min li bajêr belav kir
tu zanî pê bê çi bû?
bajar dîn bû
û bi çolê ket
çû û çû...."
- Janya
9. "···
mişt dibezim mirinê, mişt
werîsê xeniqandina min ji keskesorê"
- Janya
10. "ji xewnên bêxwedî xeyîdîme,
pekiyame û hatime janya
***
bikes düşlere darılmışım,
sıçramışım ve gelmişim Janya..."
- Janya
11. "Xwedê û wext xelet hatiye xetimkirin
Naqosên dêran kerr... minare kin...
***
Tanrı ve zaman yanlış hatmedilmiş
Kiliselerin çanları sağır… minareler kısa…"
- Janya
12. "Bêhna baranê ji te tê,
Li min bibare ez bihar im...
***
Yağmurun kokusu geliyor senden,
Yağ üzerime baharım ben..."
- Dîn Û Şîn
13. "Şev û roj li min hatine xezebê
Tu li ku ma?...
***
Gece ve gündüz bana gazab oldu
Nerede kaldın?..."
- Janya
14. "Fermo Janya, êdî tu dikarî xwe bikûjî.."
- Janya
15. "Berfa,
Biskên te baskên min in...
***
Berfa,
Zülüflerin, kanatlarımdır..."
- Dîn Û Şîn
16. "Her tişt dimire, lê hêvî agir e, di dilê mirov de tu carî venamire..."
- Dîn Û Şîn
17. "Ez dikim û nakim nikarim mezin nebim. Her ku ez mezin dibim bextewariya min biçûk dibe, gava ez biçûk bûm bextewariya min mezin..."
- Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê
18. "Ez çol im,
xwediyê çolan tune ye,
Li min nebe xwedî...
***
Çölüm ben,
çöllerin sahibi yoktur,
Sahiplenme beni..."
- Dîn Û Şîn
19. "Ma bi rastî jî mirin xelata jiyanê ye?
***
Gerçekten de ölüm hayatın ödülü mü ki?"
- Dîn Û Şîn
20. "Min ji welatekî hez kir û ji te"
- Dîn Û Şîn
21. "Her ez difikirim, ez dimirim."
- Di Tuwaletê De
22. "bi stêrkan re em rûdinin
û her şev
hesabê hatina te dikin em bi tiliyan"
- Janya
23. "Bê min çiqasî bêriya te û kenê te yî tijî girî kiriye..."
- Janya
24. "Ma mirov ewqasî dibe dijminê xwe?
Ma ruh û mejiyê mirov ewqasî radiweste û ditevize?"
- Spîtama
25. "Min didîtim, li devê jinekê da qêrîna wê bûbû zinar. Min didîtim, lingên xortekî li ser xakê bûbûn bizmar. Min didîtim, komek zarok le ser rêgey bi yariya xwe yî dawî delîstin. "Bêhna sêvan" ji wan dihat. Wê înê, mangî adar, salî 1988, jehr li navçeyî ême bûbû behr..."
- Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê
26. "Her kes biqasî êşên xwe dijî."
- Janya
27. "Şev û roj li min hatine xezebê
Tu li ku ma?...
***
Gece ve gündüz bana gazab oldu
Nerede kaldın?..."
- Janya
28. "Ji xewnên bêxwedî
xeyîdîme, pekiyame û hatime Janya, ji nalînên min re vokalîstiyê bike...
-------------------------------------------------
Kimsesiz düşlere darılmış, sıçrayıp gelmişim Janya, inleyişlerime vokalistlik yap..."
- Janya
29. "Were, ez dikim biqedim! Bigihêje ser dilê min!"
- Di Tuwaletê De
30. "Fermo janya êdî tu dikarî xwe bikûjî.."
- Janya
31. "Ez dixwazim bikevim bîra te,
Dilê te..."
- Berfwerîn
32. "Tu nêyê ez ê bimirim...
***
Sen gelmezsen ben ölürüm..."
- Diêşiya
33. "Min ji te hez kir
Min mala xwe xera kir...
***
Ben seni sevdim
Evimi başıma yıktım..."
- Diêşiya
34. "Jixwe kes ji kesî hez nake."
- Di Tuwaletê De
35. "pir nebû ez ê wek keviran bijîm:
hişk û nemir ma jê pêvtir !?"
- Berfwerîn
36. "゚ ⋆ ゚ ︎ ⋆ ゚
Ez heta qirikê binicihê tirbê
hilnayêm janya
hilnayêm porkurê
di tirban de hilnayêm ha!!!"
- Janya
37. "Berfa,
biskên te baskên min in...
-----------------------------
Berfa,
zülüflerin, kanatlarımdır..."
- Dîn Û Şîn
38. "Ez heta qirikê
Niştecihê tirbê
Hilnayêm Janya
Hilnayêm porkurê
Di tirban de hilnayêm haa"
- Janya
39. "Ez bînim bîra xwe, ez ê xwe biêşînim! Êşandin...
(Bi kenekî zengarî dikene.)"
- Di Tuwaletê De
40. "Weeeey waweylê janya , kezeba min dike di devê min re derkeve ji qehra.!"
- Janya
41. "Dé Û Law
Gava ez diçûm"
- Janya
42. "Ez çol im,
xwediyê çolan tune ye,
li min nebe xwedî...
---------------------------
Çölüm ben,
çöllerin sahibi yoktur,
sahiplenme beni..."
- Dîn Û Şîn
43. "peykerekî: antîk, derîzî û mîtolojîk im, nêm ji min dihere.
----
antik, mitolojik ve çatlamış bir heykelim, irin akıyor benden."
- Janya
44. "Min ji welatekî hez kir û ji te..."
- Dîn Û Şîn
45. "Behna barane ji te te
Li min bibare ez bihar im...
***
Yağmurun kokusu geliyor senden,
Yağ üzerime baharım ben."
- Dîn Û Şîn
46. "Em di qurtekê de hevdu xelas dikin..."
- Dîn Û Şîn
47. "Min dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te"
- Janya
48. "Hilnayêm Janya
hilnayêm porkurê
di tirban de hilnayêm ha...!
--------------------------------------
Sığamıyorum Janya
sığamıyorum evi yıkılasıca
mezarlara sığamıyorum artık anla...!"
- Janya
49. "Min ji welatekî hez kir û ji te."
- Dîn Û Şîn
50. "Ez ê êgir bera bênderan bidim ha, destê Rîhanê êşiyaye!"
- Di Tuwaletê De
51. "Li nasnameya min dipirsin
Ez destê xwe davêjim bêrîka xwe
Lê tune ye!
Wek te"
- Dîn Û Şîn
52. "Ne tu be dînê
ma ez biqasî serê derziyê dikişînim teşqeleya vê dinê?.."
- Janya
53. "Şev û roj li min hatine xezebê
Tu li ku ma?...
***
Gece ve gündüz bana gazab oldu
Nerede kaldın?..."
- Janya
54. ""Dilê ku tu nikaribî wî dîsa bicebirînî ti carî neşikîne!""
- Di Tuwaletê De
55. "Ti rûyê min nemaye ku ez li rûyê te binêrim
Ti rûyê min nemaye ku ez li rûyê te binêrim..."
- Janya
56. ""Di çavên min ên ga de mija mirinê""
- Janya
57. "Şopên te hêdî hêdî xelas dibin.
...
Min çiqasî bêriya te kiriye, delalê min!.."
- Di Tuwaletê De
58. "Min pir ji porê xwe hez dikir. Por bedewbûn e, por jinbûn e, por nîşan û işareta jinbûnê ye; bi kurkirina porê min re jinbûna min ji hat jêkirin û şexsiyet û nasnameya min hat çirandin û ez rût bûm."
- Bacanên Pelçiqî
59. "Lêvên te mistîk û romantîk ji agirê mizgeftên zerdeşti min maçî bike.."
- Janya
60. "Çend salin hînî mirinê nabim, çend salin fêrî jîyanê nabim..."
- Janya
61. "Ax bê!..
şev û roj li min hatine xezebê
de haaa!..
tu li ku ma?"
- Janya
62. "te çi bi min kiriye ku min hiştiye tu ewqasî di hundirê min de şîn bibî?"
- Di Tuwaletê De
63. "Û Kurdistana min rakişandine çarmixê mîna îsayê kurê xwedê.."
- Janya
64. "Heger em rojekê mirin bila li ser meytên me helbestên bi kurdî bên xwendin."
- Ponijîn
65. "Ez hesin im
Lê giriyê te ez rizandim e ..."
- Dîn Û Şîn
66. "Min dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te."
- Janya
67. "Lê dil dil e , mirov bi hev re bipeyive nepeyive jî, nede û nestîne jî dil dil e , bi hîs û evînê dagirtî ,satil e ; di stûyê berxikekî soringkirî de zengil e, bi şev û ro lê dide, mirov di bin barê wî da dibetile .."
- Bacanên Pelçiqî
68. "Îcar jî ji vê kulê nemirim
Ji bilî kulîlkan, careke din ew hez dikim
***
Bu sefer de bu yaradan ölmezsem
Çiçekler haricinde, bir daha onu severim"
- Diêşiya
69. "“Şev û roj li min hatine xezebê
...
tû li ku ma “"
- Janya
70. "ez dibêm qey
gava tu hez dikî, tu ji welat jî xweşiktir î"
- Mexzena Xwînê
71. "Bavê her zarokî jê re qehreman e"
- Bacanên Pelçiqî
72. "Bavê min tim digot,
"Ne piştî ku em bûn bindest di nav me de xayin peyda bûn,
piştî ku xayin di nav me de peyda bûn em bûn bindest.”"
- Bacanên Pelçiqî
73. "Ez biqasi azadiye ji te hez dikim...
"Seni özgürlük kadar seviyorum""
- Dîn Û Şîn
74. "Hilnayêm Janya
hilnayêm porkurê
di tirban de hilnayêm ha...!
–––––––––––
Sığamıyorum Janya
sığamıyorum evi yıkılasıca
mezarlara sığamıyorum ha...!"
- Janya
75. "Ma bi rastî jî mirin xelata jiyanê ye?
------------------------------
Gerçekten de ölüm hayatın ödülü mü ki?"
- Dîn Û Şîn
76. "çavê te li mirina min e
di min de mirin ne dudu ne
lê tu zanî, nabûn ji te re tune
mirina min xulama te ye.."
- Berfwerîn
77. "(Bi dengekî şil,)
Min çiqasî bêriya te kiriye, delalê min!.."
- Di Tuwaletê De
78. "Ma ne te ji min hez dikir, çima te ez kuştim?!"
- Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê
79. "Pirs : "Tu vê gavê tevger û xebatên jinan, bi taybetî jî jinên hişyar an jî hişmend çawa dibînî?
Bersiv : Gelek ji wan nijadperest in û ji ber wê jî bi kêrî jinan nayên. A ku jinan azad bike ne nijadperestí an jî neteweperestiya zayendî ye, hilberîn e. Jin bi ni-jadperestiyê hewl didin ku desthilatdariyê ji mêran bistînin...""
- Bacanên Pelçiqî
80. "Lê netirse, piştî mirinekê, wê êdî hew careke din şerbikê dilê te bişikê...
-----------------------
Ama korkma, bir ölümden sonra, kırılamaz bir daha artık kalbinin kumkuması..."
- Dîn Û Şîn
81. "Delal herdu çavên min qesrê te ne
Nav du çavên min cihê piyê te ne
Ditirsim tu xafil gav biavêjî û
bi mijangên min biêşin piyên te."
- Janya
82. "Qey mirov wiha dibe qeşmera ber destê qedera xwe…"
- Bacanên Pelçiqî
83. "Bejna te di nav zadê nîskan de çewder e
Sebra te berfa ku li ser behran dibare
Ez pirtûkek im
Qala welatekî mezin dikim
Ji ber xezeba dewletê di kadînan de dirizim..."
- Berfwerîn
84. "Berî hûn min daliqînin çavên min vêkin
Ez ji we re dibêjim çavên min vêkin!!!
***
Beni asmadan önce gözlerimi açın
Size gözlerimi açın diyorum!!!"
- Diêşiya
85. "Her ez difikirim, ez dimirim."
- Di Tuwaletê De
86. "lê... aaax, ev kurmê azadiyê!"
- Berfwerîn
87. "tu nabê ez li ser te mirime,
ji xeynî destanan haya kesî ji bayê felekê çênebûye..."
- Berfwerîn
88. "Di xewn û xeyalan de tim ez mirî
Û tu jî kezebreşa min li ser meytê min digirî
Negirî...
Tu meytê min dikujî"
- Janya
89. "Weeeeey waweylê janya,
kezeba min dike di devê min re derkeve ji qehra..!"
- Janya
90. "Ger ez ba bûma
Minê porê te bialasta
Ger ez baran bûma
Minê xwe li nav çavê te bixista..."
- Diêşiya
91. "Ma bi rastî jî mirin xelata jiyanê ye?
------------------------------
Gerçekten de ölüm hayatın ödülü mü ki?"
- Dîn Û Şîn
92. "Te çima hundirê min kir goristana hêviyên kuştî?"
- Dîn Û Şîn
93. "Jan, jîn, jin..."
- Janya
94. "Ango ne ku "Ez difikirim wê çaxê ez heme," ez diêşim wê çaxê ez heme."
- Di Tuwaletê De
95. "Okyanûs min qewl kirine ji bo azadiya te , ey welat!"
- Janya
96. "Hilma te bayê sor e
bi şev, havînî, agir bi pirêzeyan dixe, zîn..."
- Berfwerîn
97. "Jinika li ser billboardê reklama çi dikir, çi hewce dikir?
--------------------------
Kadınlar bilboardlarda neyin reklamını yapıyordu, ne gereği vardı?"
- Dîn Û Şîn
98. "ez bûme mîna keviran .."
- Berfwerîn
99. "Tu nabê evîn giş dimirin , a me jî mir"
- Kavirên Anarşîst
100. "Ziman: şûrê destê cengawerekî di cengê de hêrsbûyî"
- Janya
101. "Divê mirov ji tercîha bikaranîna zimanê her nivîskarî/ ê re hurmetkar be; heger ew kes zimanê serdestê xwe tercîh bike jî û zimanê wî/ wê yê zikmakî di qirkirinê de derbas bibe jî... Ji ber ku li ger her tiştî jî ew "edebiyat" ekê dike, û "kesayeteke edebî" ye hurmetê heq dike; lê "hezkirinê" na, tew wek destmala serê govendê bê libakirin, ti carî na!..."
- Ji Şevê Re
102. "Heke zimanê te erzan be tu û êşên te jî erzan in..."
- Em Ketin Peyvê Me Xwe Ji Bîr Kir
103. "Ax ruyê te gundekî xerabe!"
- Mexzena Xwînê
104. "ev şewat kengî di dilê min de şîn hat?"
- Berfwerîn
105. "tu kuxika çixareya min a ewilî yî"
- Mexzena Xwînê
106. "Ez bi vê xezeb û dojeha di hundirê xwe de berê xwe bidim kîjan kafiristanê?! Ez kîjan şeytanî li xwe mehr bikim û bi kîjan xwedayî re kufir bibim?! Ez bi devê bavê kijan ewliyayî de birîm?! Ez qehpetiyê ji kijan pêxemberi re bikim?! Ez kîjan zalimî li mirovahiyê bielimînim ku gişi qir bike?!
Ez dihelikim, ne tu bî dinya ji bo min xirîxerabe ye, dem bêwate û jiyîn biqasî zilindarê tehl e; xezalé minnn, serê min bi heyrana serê te be, delalê minnn!"
- Di Tuwaletê De
107. "kuştina te heqê min bû, min ê bi destê xwe tu bikuşta!"
- Di Tuwaletê De
108. "tu di cejnan de şekirê min î ser mezelan î"
- Berfwerîn
109. "Ma Mırın Jı Mê Jiyanê Ne Çêtır e?
Ölüm Yaşamdan Daha İyi Değil mi?"
- Ji Şevê Re
110. "Fermo Janya, êdî tu dikarî xwe bikujî...!
----------------------------
Buyur Janya, öldürebilirsin artık kendini...!"
- Janya
111. "Bêhna baranê ji te tê, li min bibare ez bihar im...
------------------------
Yağmurun kokusu geliyor senden, yağ üzerime baharım ben..."
- Dîn Û Şîn
112. "Ez biqasî azadiyê ji te hez dikim...
***
Seni özgürlük kadar seviyorum..."
- Dîn Û Şîn
113. "heger tu bê
wek bi navê xwe dizanim ez ê bimirim
û heger tu neyê
wek bi navê te dizanim ez ê disa ji bimirim..."
- Janya
114. "Rûyê wê yê kej di kefa destên wê de kulmek stêrk e."
- Di Tuwaletê De
115. "Ka destê te? Li dinyayê ji destê te pê ve tiştekî ku ez xwe pê bigirim nemaye."
- Di Tuwaletê De
116. "Em di qurtekê de hevdu xelas dikin...
--------------------------
Bir yudumda bitiriyoruz birbirimizi..."
- Dîn Û Şîn
117. "ax, xêrnedi!
tu ji êşan bûye dendiyek penêrê helandi"
- Berfwerîn
118. "Belê, pîr im biqasî emrekî pênc milyar salî û kulek im jî."
- Janya
119. "Hilnayêm Janya
hilnayêm porkurê
di tirban de hilnayêm ha...!"
- Janya
120. "belê, me baş dizanîbû,
lê belê, wan nizanîbû şûrê me yê azadiyê
her ku diçû bi êşan tûjtir dibû."
- Mexzena Xwînê
121. "ez li ser te mirime,
ji xeynî destanan haya kesî ji bayê felekê çênebûye..."
- Berfwerîn
122. "ez sêwiyekî ber destê felekê me
ez nizanim min xêr e
kulmal, ez te nadim bi ruhê xwe ax!
ji xêra xwedê re
min karîbûya te bikira gundê xwe
û pê ji bîr bikira miriyê xwe"
- Berfwerîn
123. "Ez rebena Xwedê, xwe li kê bigirim û li kû bistrim? Ma ji te pê ve kî min heye? Te ez ji kê re hiştim û te lê xist û çû? Bi vê birîna te ya mezin qey hay ji te heye ku ez ê bijîm?
Ez kevnek jin, dareke şikestî, yetameke binçengşewitî, tené, destvala û li hem berî jiyanê şilfîtazî...
Tu ji min re nabêjî ez dikarim bêyî te çi xweliyê li serê xwe bikim? Ez bi kîjan hesinî dilê xwe û bi dilê xwe kîjan hesinî bipelixînim?"
- Di Tuwaletê De
124. ""şûrê me yê azadiyê,
her ku diçû bi êşan tûjtir dibû!..""
- Kolleksiyona Çirûskan Mexzena Xwînê
125. "Ez diêşim wê çaxê ez heme."
- Di Tuwaletê De
126. "min ji te hez kir
mirina ku gav û seat di bîra min de bû,
û hundirê min bi qeramûçkên xwe kort dikir
ji bîr kir,
min dilê xwe li mirinê rehet kir,
min çi xweş kir
ez bûm yekî nemir..."
- Dîn Û Şîn
127. "Gerek dijmin ji xwe re baş zanibin
Di nav kurdan de ti carî lawê bavan naqedin
Em çiya ne, stûnên dinyayê ne..."
- Berfwerîn
128. "Ger ez ba bûma
min ê porên te bi alasta
ger baran bûma
min ê xwe li nav çavên te bixista..."
- Janya
129. "'Were delalê, were û di ser dilê min de cit bike! Min bi wê mîratê ser jê bike! Min bike bi qurbana hezkirina xwe!'"
- Di Tuwaletê De
130. "... ax bira! kula tunebûnê zor e neyê serê kafiran... xwezî mirov hîç nemira, heta azad nebûya..."
- Berfwerîn
131. "...
şev di êşa law de xelîl birahîm (im)
roj di êşa bav de simaîl (im)
evar qurban"
- Janya
132. "Bixwin û vexwin
Heta ku hûn bibeecin!
Lê wê ji we re neserife ev xwarin
Wê di ber we de bimînin çiya, bitirsin!
------------------------------
Yiyin, için
Çatlayana kadar!
Ama size kalmaz bu yemek
Size karşı duracak dağlar, korkun!"
- Dîn Û Şîn
133. "jehra te
di her derê de geriya
ken
çûn
girî
xew
xweza
çav
av
û jîn
û evîn
û dawiya dawîn
te ez jehrxwarî kirim
ya bi sosret û qebehet
hew dikarim bê jehra te bijîm
tu çûyî
bê jehr mam
mirim."
- Janya
134. "...di tirban de hilnayêm ha! ! !"
- Janya
135. "tu, çirûska çavlêketina peza li gur î
tu, xwîn î
xwîn..."
- Mexzena Xwînê
136. "Min ji te hez kir
Ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e...
------------------------
Sevdim seni
Boyumdan ne daha uzun ne kısa..."
- Dîn Û Şîn
137. "Ax rûyê te gundekî xerabe!"
- Mexzena Xwînê
138. "li ser ruyê erdê "ax" di hundirê te de bû*"
- Mexzena Xwînê
139. "sîlûetê te li ser pelên papîrûsan dinivîsim
di bin çeng de bi xwe re digerînim
te ji kesên nexwendî dipirsim
geometriya gulê nizanin
lê tu, bi dev û lêv, stû û rû
pêk tê, ji senfoniyên çirçirkan ên nîvê şevê havînê"
- Janya
140. "Ez hatim xwe li cem te ji bir bikim..."
- Berfwerîn
141. "Li van deran
Nemaye jîn
Evîn basko
Dil kût
Azadî qop
Lê hêvî heta sibê okyanus..."
- Janya
142. "hilnayêm janya
hilnayêm porkurê
di tirban de hilnayêm ha! ! !"
- Janya
143. "Ma ne te ji min hez dikir, çima te ez kuştim?!"
- Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê
144. "Lê belê mirin sar e Spîtama... Bi qasî behreke vala...
--------------------------------
Ama ölüm soğuktur Spitama... Boş bir deniz kadar..."
- Dîn Û Şîn
145. "xwe ji wê sinca genî ya ku bindestiyê diparêze û mirov heta û heta kole dihêle rizgar bikî, tê biqasî perikekî rengîn ê teyrê tawis sivik bibî.."
- Di Tuwaletê De
146. "ez dibêm qey
gava tu hez dikî
tu ji welêt jî xweşiktir î..."
- Kolleksiyona Çirûskan Mexzena Xwînê
147. "Di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de,
min devê te bikira zîndana zimanê xwe..."
- Janya
148. "Haho gava ku tu têyî bîra min hundirê min qul dibe ;gava ku navê te tê ser ziman min, zimanê min kul dibe ;gava ku êşa te tê bîra min rêviya min a zêde ji zoran diteqe!"
- Diêşiya
149. "Ji bo bi şev marê min neyê te
Ji min re du sê heb hêviyên xwe bişîne"
- Dîn Û Şîn
150. "Her ez difikirim,ez dimirim."
- Di Tuwaletê De
151. "Xezeban di hundirê xwe de kedî dikim"
- Janya
152. "belê, me baş dizanîbû,
lê belê, wan nizanîbû ku şûrê me yê azadiyê
her ku diçû bi êşan tûjtir dibû!..."
- Mexzena Xwînê
153. "xwezi berxê ji xeynî te bi ti fikaran min tehma hişê xwe xera nekira..."
- Janya
154. "pir nebû ez ê wek keviran bijîm:
hişk û ne mir
ma jê pêvtir!?"
- Berfwerîn
155. "Ez li erdnigarîyek totalîter û dogmatîk dijîm…"
- Di Tuwaletê De
156. "ji sermê
tiliyên min diweşin"
- Mexzena Xwînê
157. "Tu çiqasî xweşik bûyî, aniha tê bîra min ew peyvên ku te ji mirinê xelas kirine ez dixwazim bikim pari yek û bera hundirê xwe bidim. Ez bi qurbana peyvên te bim! Ez bi heyrana meytê te bim! Peyvên te jî bi qurbana te bin! Jiyanê tu heq nekiribûyî, min jî û te jî me baş zani bû û me xwe ji bo mirina te kerr û tûj kiribû."
- Diêşiya
158. "Di şaneşînên nêrgiz û nesrînan de, min devê te bikira zîndana zimanê xwe..."
- Janya
159. "ez dibêm qey
gava tu hez dikî, tu ji welêt jî xweşiktir î."
- Mexzena Xwînê
160. "tim lo bet bîna min be
gava tu tune bî wek dîya min miribe
wek diranê min ketibe
kênê min xera dibe
canê min wek agir dixwire"
- Berfwerîn
161. "ez hatim xwe li cem te ji bîr bikim"
- Berfwerîn
162. "Li van deran
Nemaye jîn
Evîn basko
Dil kût
Azadî qop
Lê hêvî heta sibê okyanus..."
- Janya
163. "xezeban di hundirê xwe de kedî dikim"
- Janya
164. "Mirin barek e, her mirov heta ku sax e, barê mirina xwe li ser pişta xwe dike."
- Dîn Û Şîn
165. "Huş be û ne min biêşîne û ne jî xwe...
-------------------------------
Sus, ne beni acıt ne de kendini..."
- Dîn Û Şîn
166. "Ji mêj ve min xwe xweşik kiriye ji bo te
Ji bişkulên şil
morîk rêz kirine min li gerdana xwe"
- Janya
167. "Zikê ewran li ber devê wan
Bayekî beradayî xwe li newqa te badaye
Di baranê de bêhna pezê şil tê ji hembêza te
Li ser kulavê biharê
Dixwirînim birînên xwe bi bîranînên xwe
Û her ku diçe dilê min li min bar-girantir dibe..."
- Diêşiya
168. "Fermo zû were
di êvarên esmer de qemer esmer were
li sterkân siwar be û were
bibe stêrk û were"
- Janya
169. "Kilê te, kulên te ne
Tenî, ji destê te re hine...
-----------------------------
Sürmen yaralarındır
İs, ellerine kına..."
- Dîn Û Şîn
170. "Ez çol im,
xwediyê çolan tune ye,
Li min nebe xwedî..."
- Dîn Û Şîn
171. "Ez biqasî azadiyê ji te hez dikim...
------------------------------
Özgürlük kadar seni seviyorum..."
- Dîn Û Şîn
172. ""Şev bû...
bajarekî bêdeng û dev bû
canê te bi girî re li hev bû""
- Janya
173. "gava ez diçûm
niviştek çêkirîbû
diya min"
- Janya
174. "Îşev?
ax ev stran?!
min berê lê guhdarî kirîbû
ne ewqasî xweş bû!
lê niha...?
--------------------------------
Bu gece?
ah bu şarkı?!
önce de dinlemiştim
bu kadar güzel değildi!
ama şimdi...?"
- Dîn Û Şîn
175. "û ji bo mirinê xwe êdî pir dereng e
û veger qedereke perçeperçe ye"
- Mexzena Xwînê
176. "Ji bîr meke Maîdyo, tu dil di tariyê de şîn nabe, mezin nabe..."
- Spîtama
177. "Şûna te çiqasî xuya dike. Şûna te, dendik e. Hesinan di hundirê min de şîn dike..."
- Dîn Û Şîn
178. "...
di nav şaneşînên nêrgiz û nesrînan de min devê te bikira zindana zimanê xwe..."
- Janya
179. "ax bêmalê, ax ji goran re bermalê!
mirî, nikarin vegerin malê"
- Dîn Û Şîn
180. "ev şewat kengî di dilê min de şîn hat?"
- Berfwerîn
181. "Tu neyê ez ê bimirim
jixwe ez ê tim bimirim ;tu bê jî, tu neyê jî"
- Diêşiya
182. "Ey pakrewan
ey birûsk qîza birûskan
ez ê hemû stêrkên li ezmanan
ji bo sedeqeya serê te belav bikim ji dêvla xêran
ez ê hemû çiyayên çîçilaskî
bi dora serê te bigerînim ji te re bikim qurban
şehîd ketiye şêr qîza şêran
xwe bi ser meytê wê de avêtiye
Stêrkan
ew xemilandiya ji dêvla zêran
dêran dêran dêran dêran ..."
- Diêşiya
183. "- Ma tiştekî kem heye ?
“Ere”
-“Çi Spîtama çi “
-Tiştekî pir giran Maîdyo
“Çi spîtama çi ?
-Xatirxwestin…"
- Spîtama
184. "Heqê min li wan xweş heram be, ên ku min ji ber hurmeta xwe ji wan fedî dikir û wan ez wek pepûk û kesîre bi nav kirim. Heqê min li wan xweş heram be, ên ku ji bo nav civatan de pesnê xwe bidin, şexsiyeta min di bin tapanên xwe da kirin tejik û nanîk. Heqê min li wan xweş heram be,ên ku ji hesûdî qîma xwe bi keriyên xwe yên bêhejmar neanî û wan du sê berxikên hembêza min li ber çavên min ser jê kirin û ji xwe re kirin mewlûd û xwarin."
- Bacanên Pelçiqî
185. "ey pakrewan
ey dîlan qîza dîlanan
ey baran lawê baranan
ez dizanim tu hespekî serberadayî
tu çemekî bêserî yî
ez dizanim tu Selahedîn î ji pişta Eyûbî yî
tu Keyaksares î ji dola Medî yî
ez dizanim gava tu bêjî berxwedan
gava tu bêjî Kurdistan
li ber te nikarin xwe bigirin ti lawê bavan dewran dewran dewran dewran..."
- Diêşiya
186. "di me gişan de heye mirinek kesidandî"
- Diêşiya
187. "Te dî carna mirov dixwaze tiştekî ji bîr bike
û her ku ji bo jibîrkirinê zorê dide xwe,
ew tişt bêtir di bîra wî de gûr dibe,
bêtir zextan li ruhê wî dixe..."
- Dîn Û Şîn
188. "Tanrı ve zaman yanlış hatmedilmiş
kiliselerin çanları sağır…
minareler kısa…
dekolte doktrinler giyinmiş abdal…
geç kalmış, geç yağmış yağmurlarla dolmuş
sarnıçlar, yırtıcı bir neşter darbesiyle, bulanmışlar
nükleer sevdalardan olan kuleler, rokoko kristallerle
süslenmiş tünellerde lime lime olmuşlar, bikes düşlere
darılmışım, sıçramışım ve gelmişim Janya, sızlayışlarıma
vokalistlik yapsana
(dağ keçisi kavmine uyku haramdır)"
- Janya
189. "Ez pirtûkek im
Qala welatekî mezin dikim
Ji ber xezeba dewletê di kadînan de dirizim"
- Berfwerîn
190. "Min ji bajarekî hez kir bû dojeh, min ji keçikekê hez kir bû şivana agir"
- Stranên Sor Niviştên Mor
191. "ji bo xwedê, xec, bi min re be
ez ê sîpan ji te re bikim xelat"
- Berfwerîn
192. "Ne tu be dînê
ma ez biqasî serê derziyê dikişînim teşqeleya vê dinê?.."
- Janya
193. "ez pirtûkek im
qala welatekî mezin dikim
ji ber xezeba dewletê di kadînan de dirizim"
- Berfwerîn
194. "Tu kêla min a gorê...
----------------------
Sen benim mezar taşım..."
- Dîn Û Şîn
195. "dilê min ê ji zû de wendayî"
- Mexzena Xwînê
196. ""Çi Spîtama çi?"
"Tiştekî pirr giran Maîdyo"
"Çi Spîtama çi?"
"Xatirxwestin...""
- Spîtama
197. "Ez pirtûkek im
Qala welatekî mezin dikim
Ji ber xezeba dewletê di kadînan de dirizim"
- Berfwerîn
198. "Min ji bajarekî hez kir bû dojeh, min ji keçikekê hez kir bû şivana agir"
- Stranên Sor Niviştên Mor
199. "Ne sûcê te ye, ew mîratê kewan li me nehatin"
- Diêşiya
200. "min li benda te xwe spî kir,
şîva xwe sar kir"
- Dîn Û Şîn
201. "Bavê min tim digot, " Ne piştî ku em bûn bindest di nav me de xayîn peyda bûn, piştî ku xayîn di nav me de peyda bûn em bûn bindest.""
- Bacanên Pelçiqî
202. "Berî hûn min daliqînin
çavên min vekin
ez ji we re dibêjim çavên min vekin! ! !
û heger hûn mêr in
li hundirê wan binihêrin!"
- Diêşiya
203. ""di qirkirina evînan de evîndar im
simbil im di şewata simbilên geniman de
di qetliyama çivîkan de çivîk
baskekî min şikestiye jî difirim
qitika hevala min di sergirtineke gund de
ji serbaz re bûye firavîn
ma ez ê çawa bi baskê şikestî nefirim
û ezmên di nav xwînê de nehêlim!?""
- Janya
204. ""Mezinatî ew e ku gava ji bo bawerî û ramanên yekî, mirov henekên xwe pê bikin û canê wî biêşînin jî, ew yek dev ji wan bawerî û ramanan bernede û karibe ji berê bêtir wan biparêze û ji bo wan bixebite.""
- Spîtama
205. "Şev, wek her şev li min herimiye dîsa
Dikim dev li canê xwe bikim ji kerban"
- Janya
206. "Pêxemberekî sexte di nav kirasê xwe yê
gewrîboz de, bi derewan be jî dest dirêjî min nekir."
- Janya
207. "Celebên mirinê pir in; şûr, xencer, gulle, jehr û carna "ji te hez dikim" ek jî...."
- Janya
208. "Berî bêhna nanê sibê
Bifûre li bajêr
Her sibeh dengbêjê min birçî distrên"
- Janya
209. "nan birçî
agir tarî
kor im."
- Janya
210. "Zaroktî bi xwedê re hevaltî ye."
- Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê
211. "“Dinya gulek e ,bîn bike û bi de hevalê xwe”"
- Kavirên Anarşîst
212. "Ji kenê zarokan jî şêrîntir e vegera malê!"
- Dîn Û Şîn
213. "xewnên bêxwedî
xeyîdîme, pekiyame û hatime janya, ji nalînên min re
vokalîstiyê bike
Ji qevmê pezkoviyan re xew heram e"
- Janya
214. "Ji xewnên bêxwedî
xeyîdîme, pekiyame û hatime Janya, ji nalînên min re vokalîstiyê bike...
-------------------------------------------------
Kimsesiz düşlere darılmış, sıçrayıp gelmişim Janya, inleyişlerime vokalistlik yap..."
- Janya
215. "Ey çiya !
Biperpite
Li xwe bixe,
Bihedime
Ciwan xwe li navê te digirin,
Kewên xwe bi te difirînin ,
Xwe dispêrin bejna te,
Lê tu wan li ser xwe dikî 34 gule,
Tu wan li ser xwe dikî berate
Ma qey ev e mazûvaniya te ?
Êdî wext e ,bila bi cizbê bikevin zinarên te"
- Diêşiya
216. "Ez biqasî azadiyê ji te hez dikim
***
Seni en az özgürlük kadar seviyorum."
- Dîn Û Şîn
217. "Ez çol im,
Xwediyê çolan tune ye,
Li min nebe xwedî..."
- Dîn Û Şîn
218. "Ne sûcê te ye, ew mîratê kewan li me nehatin"
- Diêşiya
219. "Berî hûn min daliqînin
çavên min vekin
ez ji we re dibêjim çavên min vekin! ! !
û heger hûn mêr in
li hundirê wan binihêrin!"
- Diêşiya
220. "Zaroktî bi xwedê re hevaltî ye."
- Bîna Petêxan Ji Hêsirên Min Tê
221. "Jixwe tu jî pê dizanî
Di me gişan de heye mirineke kesidandî"
- Diêşiya
222. "dawiya dawî
piştî ew qas cih, tu li binê bîrê vegeriyayî
tarî
tengayî
tenêtî
kurayî
bîr"
- Mexzena Xwînê
223. "Xemla mala min bû"
- Dîn Û Şîn
224. "Semîramîs:
Êdî bimirim jî ne xem e.
Sinc:
Êdî bimire jî ne xem e.
Cîhan:
Êdî bimire jî ne xem e.
Evîn:(Jê re xem bû)
Ax Semîra ax! Çavên te rûyê te kûr kolaye..."
- Janya
225. "kê xaçerêkek dit
ji xwe re tê de herikî
kê civikeki koçber,
bê siwari dit
pengizî
û li ser piştê bû siwarî
min tenê kir cir
min tenê bi van erdan re mehra fileyan birrî"
- Janya
226. "Li van deran
Nemaye jîn
Evîn basko
Dil kût
Azadî qop
Lê hêvî heta sibê okyanûs..."
- Janya
227. ""Bi xweziyan mirov nagihê keziyan""
- Kavirên Anarşîst
228. "destê tenê deng jê nayê
tişt pê nayê
bila hinek ji me kesk bin,
hinek sor bin,
û hinek jî zer...
lê gava em bigihêjin hev
em bibin per
ala me li ezmanan bibe stêrkeke serzer"
- Berfwerîn
229. "Xwe kuştinên min
Kirasê mirinê ji min re difesilînin"
- Janya
230. "fam bikin ji min, ez ji kezebê gazî we dikim... êdî bes xwe bixapînin... serê xwe ji nav pirik û çirava derewan rakin... ne bi zorê ye ha!... ên bê welat ti carî nikarin bextewar bin..."
- Berfwerîn
231. "Celebên mirinê pir in; şûr, xencer, gulle, jehr û carna "ji te hez dikim"ek jî...
--------
Ölümün çeşidi çoktur; kılıç, hançer, kurşun, zehir ve bazen de bir "seni seviyorum" dur."
- Janya
232. "peykerekî:antîk, derîzî û mîtolojîk im"
- Janya
233. "Xwişktî, ji biratiyê cudatir di laşekî de cotek pêsîr e ..."
- Bacanên Pelçiqî
234. "Ax Qerê, dojeha hundirê min naedile...
----------------------
Ah Qerê, içimdeki cehennem uslanmıyor..."
- Dîn Û Şîn
235. "Ey Kurdistan
Ey doz
Bi soz, bi soz
Em ê ti carî nehêlin ku nizm bibin Zagros
Em ê ti carî nehêlin ku kor bibin Newroz
Her Newroz em ê li dora êgir bibin moz
Em ê ji wî agirî re hestiyên xwe bikin koz
Em ê Medan ji xwe re bikin mîtralyoz û deqnanoz
Em ê siwar bibin li ser pişta bahozên boz
Em ê deryayan bikelînin û parzemînan bikin toz"
- Diêşiya
236. "dengê min diêşe, welê bi sewteke berz û peritî min
dilê xwe têr rehet nekir li qîrîniya navê te..."
- Janya
237. "Jixwe tu jî pê dizanî
Di me gişan de heye mirineke kesidandî"
- Diêşiya
238. "gava tu hez dikî, tu ji welêt jî xweşiktir î."
- Mexzena Xwînê
239. "-Ha giya?!
Te dî rû hene şûştî
Rû hene durû,
Rû hene piştî demekê mirov ji wan dibe biyanî,
Te dî wek sabûnê, şematokî û mezeloqî...
Giya tu nizm î lê bêhna te çiya
Tu şîn hatiye li ser gelek tirban
Bi te mirin tehl e ya gava ku mirov giyaya hewşê be?
Ma bi rastî jî hew bi tenê mirin resen maye?"
- Dîn Û Şîn
240. "Ey Kurdistan
Ey kew
Ka bêje çawa diherime xew?
Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew?
Bes tu megirî hew
Bijî bedew bedew
Ji te re her der bela ye lew
Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew
Kawa û kew
Wekîdin her tişt derew"
- Diêşiya
241. "Min ti carî nexwest milkê min çêbibe. Min nexwest ez bibim kole ya jî xwedîkole; ji ber ku koletî bi milkiyetê dest pê dikir."
- Kavirên Anarşîst
242. "Herbek dikare ruhê miletekî ji nû ve paqij bike. Bi herba Kobanê ruhê kurdan ê "bindest" paqij bû. Herba Kobanê "çirûsk" a bawerî û azadiyê ye."
- Ponijîn
243. "Ey çiya!
Biperpite
Li xwe bixe,
Bihedime
Ciwan xwe li navê te digirin,
Kewên xwe bi te difirînin,
Xwe dispêrin bejna te
Lê tu wan li ser xwe dikî 34 gulle
Tu wan li ser xwe dikî berate
Ma qey ev e mazûvaniya te?
Êdî wext e, bila bi cizbê bikevin zinarên te,
Bila kevirên te di destê zarokan de bibin cebilxane..!"
- Diêşiya
244. "Heqê min li wan xweş heram be, ên ku strî bi destê min rakirin, ên ku kezeb û gurçik li min reş kirin, ên ku barên gunehên xwe li ser pişta min kirin, ên ku dev û destên xwe yên gemarî bi dawa kirasê min paqij kirin, ÊN KU AZADIYA MIN JI MALÊ BAVÊ XWE HESIBANDIN, ên ku ji bo xwe yên avêtî jî ji dilê min hêjatir dîtin, ên ku hawê girî û êşên min kirin û ji kenên li ser piştê ketin... heqê min li wan xwîna xenzîran be."
- Bacanên Pelçiqî
245. "-Bi serê baranên ku te ji wan hez dikir sond dixwim, Semîra. Kî li te bipirse, ez ê bêjim, “Semîra teyrikeke rengîn bû, dil da, lê da, çû zozanan.""
- Janya
246. "Ey doz
Bi soz, bi soz
Em ê tu carî nahêlin ku nizm bibin Zagros
Em ê tu carî nehêlin ku kor bibin Newroz
Her Newroz em ê li dora êgir bibin moz
Em ê ji wî agirî re hestiyên xwe bikin koz
Em ê Medan ji xwe re bikin mîtralyoz û deqnanoz
Em ê siwar bibin li ser pişta bahozên boz
Em ê deryayan bikelînin û parzemînan bikin toz"
- Diêşiya
247. ""yekî/ê" ji bo serbestiya welatekî stêrkan telaq avêtiye."
- Mexzena Xwînê
248. "Min serê xwe daniye ser sînga wê ya meşinî û ez digirîm."
- Di Tuwaletê De
249. "Werın em bibin "kurd"
We çaxe we kes nikaribe li ber me beje "kirt" ..."
- Berfwerîn
250. "Carna li ser navê otosansurê postmodernîzm tê îstîsmarkirin. Ji bo vê îstîsmarê mînak gelek in, lê ya herî baş pirtûka Mehmed Uzun "Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê" ye. Di vê romanê de nivîskar ji ber xemên mahlûm heta dawiya romanê jî erdnîgariya ku bûyer li ser qewimiye bi nav nekiriye. Bi cehd û xîreteke ecêb di keşfkirina cî û warê romanê de otosansur li ser xwe pêk aniye. Ji bo gunehê xwe yê otosansurê hinekî sivik bike û xwe bi xwendevanan bide efûkirin îcar xwe di warê seksuelîteyê de xwe berdaye. Vê jî kiriye ku roman ji eyar de bikeve."
- Ji Şevê Re