Binlerce dünya klasiğini Türkçe ve ücretsiz okumak için hemen Kitaptik’i keşfet!

Cegerxwîn Alıntıları & En Çok Okunan Sözleri

Cegerxwîn En Beğenilen Sözleri



1. "Pêlek maye emrê min, ezê bimirim...
* * *
Bir an kalmış ömrüm, öleceğim..."


- Agir û Pirûsk



2. "Berî her tiştî ez Kurd im!"


- Hêvî



3. "Dikim feryad û ah û qir û zarî
Di çavan av nemaye xwîn dibarî"


- Şerefnameya Menzûm



4. "Ez mirov im ne har im,
Berî her tiştî Kurd im."


- Hêvî



5. "Çiqqas dijwar e, çûna bê veger!"


- Hêvî



6. "Hey pale, pale
Das limalê betale.
Paleya genmê sore
Patozan gore, gore
Palan hawirda dore, Çavê maldaran kore.

Hey pale, pale, pale
Das li malê betale.

Paleya genmê şine, Patozan tev çinine.
Pale li hawir civine
Zarok li mal birçîne.

Hey pale, pale, pale
Das li malê betale."


- Kîne Em?



7. "Rune li ber serê min
Berê xwe bide berê min"


- Agir û Pirûsk



8. "Çiqqas dijwar e, çûna bê veger!
•••••••
Ne kadar da zordur, dönüşü olmayan gidişler!"


- Hêvî



9. "Pêlek maye emrê min, ezê bimirim...
* * *
Bir an kalmış ömrüm, öleceğim..."


- Agir û Pirûsk



10. "Cegerxwîn bes dibêje, pir dirêje
Bese Kurdo, ji xwe rabe tu hişyar!"


- Ronak



11. "Dijminê millet, rêncberê neyar
Bi xwîna millet, şîn kirin ev dar
___"


- Salar û Mîdya



12. "Ez mirov im ne har im,
Berî her tiştî Kurd im."


- Hêvî



13. "Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
Gul bi dil didî.

Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
Gul bi dil bidî.

Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
Can û dil didî.

Min go kî didî, can û dil bi gul,
Go: ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.

Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
Dil bi gul didî."


- Kîne Em?



14. "Welat ta kengî
Wilo parçe bî
Em tev di nav de
Jar û şikestî"


- Ronak



15. "Ho, ho, şivano, hoho şivano,
Dil bi kulo, bi kovano:

Tu pez berde pişta sûrê
Dest bavêje ser bilûrê

Belkî milet ji xew rabî
Dikim, nakim, şîyar nabî"


- Ronak



16. ""Hate ber derî,
Min lê nenêrî.
Lê gava ew çû,
Min dil daye dû.""


- Agir û Pirûsk



17. "Were mala me bi mêvanî
Emê rûnin li ser xanî
Hev baxêvin bi şîranî
Gund mezine kî pê zanî ?"


- Kî Me Ez



18. "︎
Pîr û kal im, tim dinalim
Evîndar im, birîndar im, çi bêjim?
︎"


- Hêvî



19. "Birûsk û pêt û ar û kevne sojim,
Ji put û lat û lahût re şewatim.
Disojim lê dikim ronî şeva reş
Çira kora ye ev kar û xebatin,
Di vê rê de ez diçim lê seg diqorin. Fidakarim li ser rêça felatim. Dixwazim ez di ser hev re bifûrim Xebatim, şorişim, xweş kêferatim. Cihan tev de wekî pingav û derya Tenê jê re wekî cok û qenatim."


- Kîne Em?



20. "Tu zanî ez evîndar im
Dijîm, lê bê cîh û war im"


- Hêvî



21. "Em saza hebûnê
Doza peydebûnê*"


- Ronak



22. "Eger bimrim dixwazim, ko
Bi wan destên te bêm kuştin
Ji çavan bêne dil sed tîr
Di sînga min da xencer bî"


- Hêvî



23. "Açlık, çıplaklık, yangın, talan; Kürt milletinin payına düşen bu oldu.
Namus, düşman ayaklarınca çiğnendi."


- Hayat Hikayem



24. "Dil bi kul û bi derd im
Xwîna şehîdên Kurd im"


- Ronak



25. "Nezanî ketbû nav welat."


- Ronak



26. "Te pir dîtiye derdê xizanî
Naxwazim bêjim tu çêtir zanî..."


- Salar û Mîdya



27. "Şêr şêre, mêr yan jine
Nîşan bi dest, Leyla min e
Polaye dil wek asine !..
Leyla kîye?
Leyla jine.
Leyla mine,
Leyla mine..."


- Kîne Em?



28. "...
Rast e ez bê dost û yar im, lê ne dîn û gawir im
..."


- Hêvî



29. "“ Hela rabin gele Kurdan
Ji bajaran heta gundan
Bi yek mimê me din berdan
Weha nine musulmani.”"


- Hayat Hikayem



30. "Bımri koledar, bımri zordesti
Bıji azadi, bıji serbesti..."


- Kîne Em?



31. "Sivik çû bihara min,
Zer bû pelê dara min,
Dûr dûr diçî yara min,
Ez nizanim çi bêjim."


- Kîne Em?



32. "Ey hevala evîndar
Tu jî wek min birîndar"


- Şefaq (Diwan 6)



33. "Bibin yekperçe û yek xêz û yek bend
..."


- Hêvî



34. ""Beri her tışti Kurdım.""


- Kîne Em?



35. "Winda nabin em bi dar
Ey peyrewê koledar

Em bindestin, serbilind
Çi li şar û çi li gund.

Em nayêne pişavtin
Roj nayêne veşartin"


- Ronak



36. "Welate kurda tev xer û ber e,
Hemî maden e tev zîv û zer e ,
Le çi bikêm îro mate j'xelke re."


- Kîne Em?



37. "Hey bêbext!
Çavên we birjin"


- Kî Me Ez



38. "Dibî bavê te di şerde bimrî
Zinhar, kurê min nebî tu bigrî
Em têne kuştin ji bo tu nemrî
De rabe
Ser xwe,
Kurê min
Rabe!"


- Kîne Em?



39. "..
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar
Xizanî yek, ewê dî her nezanî
.."


- Sewra Azadî



40. "Hetta niha em rast diçûn,
Idî werin em çep herin!"


- Hêvî



41. "Şêr û pılıng tev de çûn,
Rasti Serik penir bûn.
Vi jê xwar û wi jê xwar,
Yeki jı ê dî re got,
Her dû rabûn bûne cot.
Go em herin cem rovî,
Seydayê wehî û kovi.
Ewê me li hevdû bêni,
Çavê mêrik derêni.
Her dû çûne cem rovi,
Dûne derwêş û sofî.
Doza xwe jê re gotın,
Dıl û cergê wê sotın.
Rovi go de rabın zû,
Jı mı'r binın terazû.
Wan terazû ani ber,
Rovi penir dani ser.
Alik pir û yek sıvık,
Lekınek ya gıran bır.
Ew jı a di bû sıvıktır,
Gelı ev xwar û gelı ew xwar,
Heta ko ma ben û dar."


- Kîne Em?



42. "Dıxebıtın şev û roj şerm ehê ji bırçi ne,
Welat lı ser nave me le em te de bê ci ne! .."


- Kîne Em?



43. "Ji dijminan re Egîd û comerd û nandar in;
Ji xwe re parsek û bêmîras û pergal in."


- Agir û Pirûsk



44. "Heta dil ranewestî
Ez nabējim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî‏
‏Ez nizanim çi bêjim"


- Ronak



45. "Keko Ez cegerxwînin.
Dil bi kul û birînim
Van ayetan dixwînim‏
‏Ez nizanim çi bêjim"


- Ronak



46. "Payebilindî,
Welatperestî!
Çekên qelsane
Jarî û mestî...
Zana û jîrim
Bindestê dijmin
Çiqas dijware
Evreng bindestî!"


- Kîne Em?



47. "...
Jîn im, hebûn im, tevger im."


- Hêvî



48. "Bextê te reş e, ji rengê bilbil,
Her dem digerî li xunceya gul.
Doza te gulek ne wek gula ye,
Lewra te li pêşî bilbila ye."


- Agir û Pirûsk



49. "Pişta xwe em nadin ecem, da em bijîn tev dem bi dem .
Bê kuştin û derd û elem, em kurd kurê Keyan e bes."


- Agir û Pirûsk



50. "Hebû me yek dıl, tev jan û kul bû
Ne bûme bawer, gul bı dıl bıdi
gul bı dıl bıdi
( Acı dolu yarali bir kalbim vardı, gülü gönüle değiştireceğine inanamadim, gülü gönüle değiştireceğine inanamadim.)"


- Kîne Em?



51. "Netirse,riya rast bimeşe.

Korkma,doğru yolda yürü."


- Kîne Em?



52. "Te ez kuştim bi van nazdariyan bes!"


- Hêvî



53. "Şêrînê pêşî, wek şeker
Pê xweş dibin can û ciger
Dawî li min dil kir du ker
Ahî ji destê te evîn"


- Ronak



54. "Welatê min bihişt e kaniya zêr
Belê şêr tê de birçî ne, gur in têr"


- Kîne Em?



55. "Miletê Kurd her tenê
Maye li dinyê bê serî
Bes yekîtî tê da nîn e
Her eşîrek sed kerî"


- Aşitî



56. "Xwendewarên kurên Kurd
Em li qada xwe zigurd
Bes in kul û xem û derd
Ez nizanim çi bêjim

Hemî destan bidin hev
Xebat bikin roj û şev
Ji dil dibêm, ne bes dev
Ez nizanim çi bêjim"


- Ronak



57. "Ne gernasim, ne egîd
Ez Şêxmûsim, bê mirîd
Lê dilewkim wek berîd‏
‏Ez nizanim çi bêjim‏

‏Di ristê de çi merdim
Dil bi kul û bi derdim
Xwîna şehîdên kurdim‏
‏Ez nizanim çi bêjim‏

‏Ronikên xuşk û diya
Ez axîna sêwîya
Ez gazinên jinbîya‏
‏Ez nizanim çi bêjim‏

‏Ez hêvîyên girtiyan
Jana dilên birçîyan
Serma laşên bêcîyan‏
‏Ez nizanim çi bêjim‏

‏Ez dixana napalim
Xwîna sînga delalim‏
‏Hawarim, nalenalim‏
‏Ez nizanim çi bêjim‏"


- Ronak



58. "Tu zanî "NA" çi dijwar e?
Jî ber wê dil tijî ar e
Perîşan û giranbar e
Bihare dil çi "NA NA" ye?"


- Hêvî



59. "Îşev civanê me ye
Bêjin keçê bila bê
Li nav bexçe rê heye
Ko em vexun şerabê

Emê rûnin li banî
Mase li jor me danî
Da ko nebit xuyanî
Şêrîn û mahî tabê !
..."


- Ronak



60. "Ciger-xwîn bes bibêje, pir dirêje
Bese kurdo, ji xew rabe tu hişyar..."


- Ronak



61. "Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî ?
Diyare yar dixwazî min bi yarî

Dixwazim can û dil jêre bişênim
Tenê şerme, hemî derd û hejarî

Dixwazim herdû çavan jere rekim
Biker nayên, ji wan her xwîn dibarî

Divêm jêre ziman û dev bişênim
Ne hêjane şev û rojan bi zarî

Nizanim ez, çi hêjaye ku rêkim ?
Cihan pêkve bihayê biskê tarî

Serî, naçare min danî li ber pê
Me go: şahim, tu pêlêke siwarî"


- Ronak



62. "Evîn ji pêta agirî
Dil girtiye qet namirî
Fêde çine ah û girî
Ahî ji destê te evîn

Nalîn ji ber daxên dikul
Jan daye cerg û nav û dil
Lê, min şikestin pişt û mile
Ahî ji destê te evîn

Gava ji dilber dûr dibin
Birîn di dil de kûr dibin
Sermest û pir rencûr dibin
Ahî ji destê te evîn

Pir ah û pir awaz didim
Perwaz a rengê baz didim
Diser cyan re bazdidim
Ahî ji destê te evîn

Ger çi ku min bazare dil
Pêt û birûsk û are dil
Paytext û warê yare dil
Ahî ji destê te evîn"


- Ronak



63. "Navên me guhertin;
Da bibêjin, ne kurdin

Lê bizane, ey neyar!
Zivistan çû, tê bihar‏

‏Ew giyayê bin kevir
Şîn tê rojek diçî der"


- Ronak



64. "Kurmanc hemî axa û beg û mîr û mela ne,
Hîkmet ev e her dem ko belengaz û geda ne"


- Agir û Pirûsk



65. "︎
Mirin yek car e...



bir keredir...
︎"


- Hêvî



66. "Ey heval Robson dengbêjê cîhan
Paşmêrê selam zana û insan
Gernas û rênas, dijminê Dalas
Di ser ava re, di ser çiya re
Rengê te ê reş tê ber çavê me
Dengê te ê xweş xweş tê guhê me
Ev xebata te didî me hêrzan
Kêferata te didî me lerzan
Ev tevgera te ji bona insan
Pir jê ditirsin axa û dehqan
Xwedî sermiyan ji te ditirsin
Hemî xanedan ji hev dipirsin
Dibêjin reşik çawa şiyar bûn?
Destê hev girtin li ber me rabûn
Dalas ditirsî weke Mak-Arsî
Di ber piyan çûn pir tac û kursî
Xwedî sermiyan serê xwe hildan
Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin
Ji meydan…"


- Kîne Em?



67. "Pêlek maye emrê min, ezê bimirim..."


- Agir û Pirûsk



68. "Ey dilberê!
Peyxamberê
Lêv şekerê
Ka soz û peymana berê?"


- Ronak



69. "Em guh nadin ceng û şer"


- Şefaq (Diwan 6)



70. "Tu hatî lêvşirîna min!
Evînû û dilvirîna min!
were xweşke birîna min !
Di ser çavên mera hatî !

Bi xemlû xêz tu wek Zîni
Şepalû şeng û şêrînî
Ji daxwazê re dûrbînî
Bi dîdarê petû latî !"


- Ronak



71. ""Şêr şêr e û çı jın e, çı mêr e!""


- Kîne Em?



72. "Sivik çû bihara min
Zer bûn pelê dara min
Dûr dûr diçî yara min‏
‏Ez nizanim çi bêjim"


- Ronak



73. ""Berî çil sal te yek awir veda dil,
Heta îro dilê xemgîn bi renc e.""


- Hêvî



74. "Yek sebr û mala min heye
Dost û hevala min heye
Gula xeyala min heye
Carek were sebra minê

Sebra minê, mala minê
Nûroz û sersala minê
Herdem di nêv bala minê
Carek were sebra minê

Dilxwazê dîdara te me
Herdem di gulzara te me
Wek rojî,êvara te me
Carek were sebra minê

Wan tîpê biskê reşxelek
Wan awirên çavên belek
Êrîş kirin dil yek, bi yek
Carek were sebra minê
..."


- Kî Me Ez



75. "...
Çiqas dijwar e, çûna bê veger!"


- Hêvî



76. "Pir nêzike sewre rabi, leşgerê Kurdi û sor."


- Kîne Em?



77. "Ev tac namîne li ser serê te."


- Salar û Mîdya



78. "Dewlemendan kodik xistiye nav lingên xwe,
Guh nadêrin ka belengaz çima nal-nal in."


- Agir û Pirûsk



79. "Ne zordestî,nejî dîn.
Seyda nabî Cigerxwîn.‏"


- Ronak



80. ""Em şer naxwazin lê ew tê ber derê me.""


- Zend-Avista



81. "Didin ber şewatê çi mizgeft û dêr
Zikê jin û kalan çirandin bi kêr"


- Zend-Avista



82. "Welatê kurda tev xêr û bêr e,
Hemî maden e tev zîv û zêr e,
Lê çi bikim îro maye j’xelkê re."


- Kîne Em?



83. "Ez xweş mirovim
Ne hirç û hovim
Lê çi bikim bê şer
Dijmin naçî der"


- Kî Me Ez



84. "Tev mirovin em bi carek
Gewr û sor û reş çiye ?
Sed tif û sed tif bi barin
Zor û dîktatorî ye"


- Kîne Em?



85. "Destê şêx maçi mekin
Ev şêx ne qutbê razi ye
Tac û şewket tev xebata
Destê sar û taziye.

Türkçesi
Şeyhin elini öpmeyin
Mukaddes değil elleri
Bilin ki tac da kudret de
Emeğidir çıplak elin"


- Hayat Hikayem



86. "Dijîn em her li ser şax û zinaran,
Kevir balîf e bo me, qad e doşek."


- Agir û Pirûsk



87. "Sûnd xwar ji te pêve kesî ev der ne pelandî
Min go: ji xwe ez diçme cihên kes ne gihiştê"


- Ronak



88. "Ez ciwanim terh û katim
Pir şirînim wek nebatim
Ne ji bo malê te hatim‏
Min divêtim zewg û tam‏"


- Ronak



89. "Leyla kî ye?
Leyla jin e.
Leyla min e
Leyla min e..."


- Şefaq (Diwan 6)



90. "Ev hesin û avanî
Karê destê meye tev
Divê ko em bistînin
Têde bibin wekê hev
Mal û gund û av û dar
Li hev par û leva kin
Vê nîzama faşîstî
Bi zor ji ser xwe rakin"


- Kîne Em?



91. "Hetta ku em nebin yek
Dest navêjin dar û çek
Em ê bijîn wek parsek"


- Hêvî



92. "...
Min go: Belkî tu şêr î
Lê xuya ye tu pisîk î!"


- Hêvî



93. "Muyek ji te nadim
Bi hezar zîn û şerînê"


- Ronak



94. "Jı zor û zılmê jı koledaran zû zû xelas bi."


- Kîne Em?



95. "Tenê cotkar û karker
Dibin êzing ji bo şer."


- Kîne Em?



96. "Ka bibêje vê şevê
Tu hatiye, çi divê?"


- Hêvî



97. "Hebûn çi ye, bê evîn?"


- Şefaq (Diwan 6)



98. "Keç û kurên kurd hemî şiyar bin
Ji bo serbestî hemî li kar bin
Ji hev re dost bin dijê neyar bin
De rabe
ser xwe
kurê min
rabe!"


- Hêvî



99. "Hin jî di hember pera
Xwe difiroşin wek kera"


- Ronak



100. "Hezar û sed evîndarin
Di vê rê de birîndarin
Bi qêrîn û bi hawarin
Tenê ez xurt û jêhatî

Di vê rê de gelek mêrim
Piling û ejderû şêrim
Bi tac û gewher û zêrim
Bese seyda ebûgatî !

Cigerxwîn bes bike forta
Tu pîrî lê wekî xorta
Te dil da be şivû rota
Bixwe kohê Eraratî."


- Ronak



101. "︎
Dizanim ez, dibênim ez dizê xwe
Nikarim ez biparêzim rezê xwe...
︎"


- Hêvî



102. "Kes nizanî bê çima ez dûr kirim dilgawirê
Piştî wan sozên şirîn ez dê bi kê kim bawerê?
Şerbeta lêvên disor nadim bi ava Kewserê
Ger di roja serxwebûnê ez nebênim dilberê
Dê cihanê bikme wêran ez bi ah û keserê"


- Hêvî



103. "Şêr, şêre, mêre yan jine
Nîşan bi dest, Leyla mine
Polaye dil wek asine
Leyla kîye ?
Leyla jine.
Leyla mine.
Leyla mine..."


- Kîne Em?



104. "Min dixwest dil bidme destê yarekê
Lê me da destê neyar û xwînxwarek"


- Hêvî



105. "Pir xweş e pir xweş e
Ev dinya pir xweş e
Yar paldaye ser min"


- Kîne Em?



106. ".
Dev bi ken, xwînşêrîn"


- Kî Me Ez



107. "Çîrok dûr û dirêje
Serî li kû , binî kû?"


- Ronak



108. "Ser û dest û pê,sor bûne ji xwîn
Cigerxwîn bigrî, bigrî dilbirîn !‏"


- Ronak



109. "Eger mezin bûy divêm bixwênî,
Rewşa cihanê tu xweş bibênî,
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe serxwe kurê mi rabe"


- Hêvî



110. "Zivistan diçî,
Ew rojên ne xweş
Parêz dibî kurd,
Ji dêwê zergeş.
Wesan dibêjî Zerdeştê rêzan
Ehreman dişkê, Hurmiz tê meydan!
Kime ez?"


- Kîne Em?



111. "Eger mezin bû divêm bixwênî,
Rewşa dinyayê tu xweş bibênî,
Ji nû tu karî dijmin derênî,
De rabe
Ser xwe
Kurê mi
Rabe!"


- Kîne Em?



112. "Ez bilûra Marksım,
Dengê rısta bêkesim.
Ji hêviyan avısım,
Ez nizamın çı bêjim.
( Ben Marks' ın kavalıyım,
Ezilenlerin feryadıyım.
Umutlara gebeyim!
Ben bilmem ki ne diyim?)"


- Kîne Em?



113. "Roji, nimêj pır başın,
Bê ziyanin, beleşın
( Oruç ve namaz çok iyidir,
İnsana zararı yok, bedava)"


- Kîne Em?



114. "Lê bı kuştın û zından mıletê Kurd namıri."


- Kîne Em?



115. "Li dil payîz e, bûye çil sal
Gelo rojek heye li bê biharek?"


- Hêvî



116. "Beg û axa û mîr û şah û paşa
Bi carek ketne rengê gornebaşa"


- Şerefnameya Menzûm



117. "Bıji aşıti,
Bıji azadi!
Bıji serbesti,
Bıji dılşadi!"


- Kîne Em?



118. "Ji ber jana dil dikî nale nal..."


- Salar û Mîdya



119. "Ev stêra xweş em têde dijîn
Pir xweşe lê em hemî dil birîn"


- Kî Me Ez



120. "Ne xwînxwar im ez haştîxwaz im ez
Serdarê me ye gernas û nebez
Em şer naxwazin
Divên wekhevî
Em paş ve naçin
Dijmin direvî"


- Kî Me Ez



121. "Xwediya miriyan kor e..."


- Agir û Pirûsk



122. "Ji ber jana dil dikî nale nal..."


- Salar û Mîdya



123. "Agir berda dilê min
Kirin kêşî kulê min‏"


- Ronak



124. "Belengazin tev zigurd
Eger bimrim, bijî kurd!‏"


- Ronak



125. "Ev dema azadi ye. Ger bı kuştın wer bı hıştın. Yan xweşi û yan reşi..."


- Kîne Em?



126. "Bes e rabe were, destûr me da te
Li misra dil bike ferman e îşev..."


- Hêvî



127. "Çi zû hat çi zû çû, ez nizanim
Ku bextê reş bi rû kî qermiçî tê"


- Hêvî



128. "Hemî divên xwîna me
Kesek navê jîna me"


- Ronak



129. "Maçek ji wan lêvên şêrîn
derdê dilê min xweş dikî"


- Kî Me Ez



130. "Rast e dibêjin: Geyayê hewşê tal e;
Lê nizanin ko şekirê dijmina şor e."


- Agir û Pirûsk



131. "Kurdino, merdino pir xweş e serxwebûn,
Em demên tar û teng ko me dîn vane çûn.

Dest bidin hev hemî pêş kevin em hemî,
Da biçin bo welat yan mirin yan felat."


- Agir û Pirûsk



132. "Ji bo min her tu daxwazî
Ji bo dil wek mey û saz î"


- Hêvî



133. "“Her garisekî harisek divêtîn/ Her darıya bir kuş lazım,”"


- Hayat Hikayem



134. "Ez tim dixwazim win bibin camêr
Lê ma ez çibkim, win bûne qerpal"


- Aşitî



135. "Tu Kurmancî ya xwe ji bîra nekî
Eger baş nizanî divê zêdekî."


- Zend-Avista



136. "Serî hildî, tu gernasî,
Eger rabî tu mêrxasî..."


- Kîne Em?



137. "Xwezka min bi te, bê derd û bê kul
Dijî bi şadî, bê mejî û dil
Tujî wekî min, ger bibûna Kurd
Ev xurtîya te, dibû kul û derd."


- Kîne Em?



138. "BERE BIHAR BI XÊR BÊ

Bihar e ba bi xêr bê li ser çavên me Nûroz
Ba Kurd ji hev re bêjin: Bira cejna te pîroz

Kincên ciwan wergirin li Kurdistan keç û kur
Zerî biçin semayê çi amoz û çi xaloz

Mizgîn ji bo me bêtin doza me va giha me
Em aşîtî dixwazin kengî bighê me ew doz

Perî û xort û reşkal li her derî bibêjin
Bijî serdarê zana ev rêberê me Behroz"


- Kî Me Ez



139. "Şêr şêre, jin bi yan ji mêr..
(Aslan aslandir, ha kadın ha erkek...)"


- Kîne Em?



140. "Tu baş bikî,baş dibî
Nebaş bikî şaş dibî"


- Ronak



141. "Dê çikim ez nav û denga
Dil dixwazî rewş û renga
Awirên şêr û pilinga
Dê çikim kalek heram‏"


- Ronak



142. "Carek were derdê dila
Em herne nav baxçê gula
Guh bidne dengê bilbila
Min dil bibî ronak û tav."


- Hêvî



143. "Min go: Belkî tu şêr î
Lê xuya ye pisîk î!"


- Hêvî



144. "Li ser hev ew diçî tê û diçî tê
Li rewşa min qe nanêrî diçî tê..."


- Hêvî



145. "Di nav dînan de dîn im gawir im ez
Nezan im ez di nav koma kera da"


- Hêvî



146. "Bınêr her tışt lı dınya yê weki cenga Fılestine."


- Kîne Em?



147. "Çine ev kuştin û talan
Li me dijmin dikin halan
Perîşan in li ber palan
Bila rewşa me tim ho bî?"


- Hêvî



148. "Çima ez dibim şivan?
Çima nabim xwendevan?"


- Şefaq (Diwan 6)



149. "Hirç ketine nava rez
Gur ji hawir têne pez
Ji xew rabin em bi lez
Ez nizanim çi bêjim"


- Ronak



150. "Dema em dighên hev
Ronî didî ev şew
Xec û siyamedin
Pir Ciwan û rindin"


- Ronak



151. "Pir şirînî, nûgihayî
Wer, li nik min pir bihayî
Lê tu îro ejdehayî‏
‏Ez di nêv benda te mam‏"


- Ronak



152. "Nebêje: Ez ciwan û gewr û rind im
Ku binyada me yek, mada me erd e"


- Hêvî



153. "Keko Ez cegerxwînin.
Dil bi kul û birînim
Van ayetan dixwînim‏
Ez nizanim çi bêjim"


- Ronak



154. "Rewşa bextrêş û xemgîn
Mirin xweştir dî ji jîn..."


- Hêvî



155. "Mirî dimrî, tu jî wek min dibînî
Ku malê wî ji zindî re dimînî."


- Hêvî



156. "Yek awirên çavên belek, dil perçe perçe hûr dikî.."


- Ronak



157. "Dıve em tev bıbın yek
Weke şeran herın şer"


- Kîne Em?



158. "Çiqqas dijwar e, çûna bê veger!"


- Hêvî



159. ""Kî ne birîndar? Kî ne ev kuştî ?
Kurdê gernas in, xortê hilmiştî ""


- Kî Me Ez



160. "Ez dil nexweş im, derketim ji mal
Dixwazim, herim tenha, bê heval..."


- Salar û Mîdya



161. "Çiya bi carek, rêl û daristan
Hemî dagirtin, bax û gulistan"


- Salar û Mîdya



162. "Pala xwe da Ser min
Bê fehet û şermin
Gelek xweşe ev jîn
Em bûne wek Mem û Zîn"


- Ronak



163. "Bi delalî tu dixwazî bikujî dil bi xwedê
Tu dizanî ko di dil de tu delalî şev û ro"


- Kî Me Ez



164. "Pala xwe da ser min
Bê fehêt û şerm in
Gelek xweş e ev jîn
Em bûne wek Mem û Zîn"


- Ronak



165. "Xwînxwar û mêrkuj nezan û zorker
Birçî hiştin tev gundî û rencber"


- Salar û Mîdya



166. "Cihan şêrîn e, pir xweş e ev jîn
Divên jîn û vîn, em divên evîn"


- Hêvî



167. "Daxwaza min serbestî
Kî dixwazî bindestî?
Bimrî kevneperestî!"


- Hêvî



168. "Te av dıdın ey pembû! Bı hêstırê çavê xwe
Te xweş dıkın geş dıkın, bı van dêst û gavên xwe.

Xebat hemi lı ser me dı dest me de tevr û bêr,
Bı zar em te pêk tênın paşê dıghe xwedi zêr.

Tu pembûwe erdê me yi, lê em rût û tazi ne!..."


- Kîne Em?



169. "Bav û kalê min
Dijîn tev serbest
Naxwazim bijîm
Ta ebed bindest
Kî me ez?"


- Hêvî



170. "Rewşa bextrêş û xemgîn
Mirin xweştir dî ji jîn..."


- Hêvî



171. "Tu zanî "NA" çi dijwar e?
Jî ber wê dil tijî ar e
Perîşan û giranbar e
Bihare dil çi "NA NA" ye?"


- Hêvî



172. "Min gote yarê bi lez:
Ez li kû me? Kî me ez?"


- Hêvî



173. "Payebilindî
Welatperestî
Çekên qelsan e:"


- Ronak



174. "Ger dixwazî tu Cegerxwîn bikujî lê ne bi şûr,
Bi du lêvên şekirî bêje bimir ez dimirim."


- Agir û Pirûsk



175. ""Lê çi bikim, bê şer dijmin naçe der.""


- Kîne Em?



176. "Bêje ey hevalê delal
Bi saz bi qêrîn...
Bimrî koledar, bimrî zordestî
Bijî azadî, bijî serbestî..."


- Kîne Em?



177. "Tim di pirsim ez bi çavan, da/Erê,na/zanibim
Bersiva min lê bi/na/herdem dişênin herdû çav"


- Kî Me Ez



178. "Şêr şêr e, jin bî yan jî mêr
Navê tevan danîne şêr"


- Şefaq (Diwan 6)



179. "Bıbın yek hemi zana û reben,
Bışkênın qeyd û zencir û kepen.
Herın dıl bı kul, werın rû bıken..."


- Kîne Em?



180. ""Pêlek maye emrê min, ezê bimirim..."

"Bir an kalmış ömrüm, öleceğim...""


- Agir û Pirûsk



181. "Çi zû hat çi zû çû, ez nizanim
Ku bextê reş bi rû kî qermiçî tê"


- Hêvî



182. ""... hepinize onurlu ve özgür bir yaşam diliyorum.""


- Hayat Hikayem



183. "Bijî aşitî!

Yaşasın barış!"


- Kîne Em?



184. "Çi rojî û nimêj in?
Ji xelkê re dibêjin
Rî û şaşik qerêj in
Divên herin bihiştê?"


- Hêvî



185. "Cegerxwîn, bir toplumda kadın ve erkek üzerine düşen görevlerin birbirinden farklı olmadıgını ve birbirlerini tamamladıklarını vurgulayarak tümünü bir bütün olarak görür. Bu görevlerden birinin aksa­ tılmasıyla digerlerinin de aksayacagını belirtir.
Şaire göre:
"Şêr şêr e û
Çi jin e, çi mêr e!"
Aslan aslandır; erkegi ve dişisi fark etmez."


- Kîne Em?



186. "Sîya dara çû, ketim ber tavê..."


- Salar û Mîdya



187. "Kî ne em, kî ne, kî ne em kî ne?"


- Salar û Mîdya



188. "...
Gazî dikim kurdên xewar
Rabin ji xew carek şiyar
..."


- Ronak



189. "Ah, ji wan çavên belek ko min ciger herdem bi xwîn
Ger çi dimrim, lê di dil da her dimênin, herdû çav"


- Kî Me Ez



190. "Şer destkera maledar,
Dawer jêre koledar.
( Savaş zenginlerin kazancı,
Sömürgecilerin düzenidir.)"


- Kîne Em?



191. "Tu rind î, gewr î, tu boza min î
Tu daxwaz û armanc û doza min î"


- Zend-Avista



192. "Xwedestim ez
Xweristêm ez
Li ber avan
Nivistim ez"


- Ronak



193. "Dewara jîn û evînê
Aferîna derd û kul
Dil di benda zulfê tarî
Dilrevîna min were!"


- Hêvî



194. "Ez xumxuma ava çema,
Ez çerx û govend û sema,
Tîn im di nêv kat û lema,
Jîn im, hebûn im, tevger im.

Bayê siba tê xweş ez im,
Berfa sibatê xweş ez im,
Xurtî di latê xweş ez im,
Hişk û ziwa bin, ez ter im"


- Cegerxwin



195. "Ev ne şerme têne kuştın em dı rêça pêşketın."


- Kîne Em?



196. "Dixwazim ey dilo jaro bi çakı, Heri mirën welatê me tu raki.
Bibēje ey şehîdën dîn û milet; Bes e rabin, serê roja me derket.
Beg û axa ji we fro digazin; Bes e rabin, weki méran, merazin.
Dilo jaro, ji Xalid beg re bëje; Bi serbesti tu yek nitqê birêje.
Bibėje; Xalido, rabe dereng e, Hemî kurdan bi hev re daye deng e.
Ji wê rabe here bëje Fuad beg; Ji kurmanca re rêzan î, tu bê şek.
Qelem fede dikî îro tu rabe; Xewa şêrîn ji bo me pir ezab e.
Di vî wexti kesê wek te ne zaye Belë çi bikim ji min îro cuda ye.
Dilo bėje Kemal Fewzí tu kaní, Tu dilxweş be, bi van rojên ciwaní.
Dizanim ko di vi wexti tu rabi, Welatê me ji xwînrējan cidaki"


- Agir û Pirûsk



197. "Canê canan! Ka bibêje, nazenîna kê ye tu?"


- Hêvî



198. "Heta kengî her wa em ê perçe bin?"


- Zend-Avista



199. "Şahî bikin em roj û şev
Maçan ji lêvan bidne hev
Nû xweş dibî rewşa me tev
Ciwan dibin damarê min..."


- Ronak



200. "Li min zîndan dibû gulşen,dema ko porzerîne hat"


- Kî Me Ez



201. "Kurdo bes e şiyar be!"


- Hêvî



202. "Giranbiha me, zêr û dur
Ez: Dê û bav û xwişk û kur
Ez tim hebûn im, xurt û gur
Yaqût û lal û gewher im"


- Hêvî



203. "" Çiqas dijwar e, çûna bê weger. ""


- Cegerxwin



204. "Çarxa felek çep geraye, ax û eman,
îro bûne Cegerxwîn"


- Agir û Pirûsk



205. "Pir xweş e, pir xweş e
Ev dinya pir xweş e
Yar pal daye ser min
Rû wek gula geş e"


- Zend-Avista



206. "Ez Cegerxwîn im, dibînim ku ciwanî çend xweş e
Da binoşin wê şerabê em ji destê meygerê."


- Aşitî



207. ""Ey pamuk, seni gözyaşlarımızla sularız!
Seni güzelleştiren; sana atılan adımlar,
dokunan ellerdir.
Elimizde kazma, kürek seni yeşertip büyüten
emek,
Hep bizdedir lakin sana sahip olan da zenginler.
Sen toraklarımızda yetişen pamuk, biz ise
çırılçıplak... ""


- Kîne Em?



208. "Bi şev hîv û hevala min dibûn yek..*"


- Agir û Pirûsk



209. "Bızane xwendın jı bo me derman.

Okumak bizim için tek derman."


- Kîne Em?



210. "Qelemkêşan xweş nivisî
Roj û heyvin lê di îsî
Qelen pire bi sed kîsî
Kes nawêrî te ramîsî"


- Kî Me Ez



211. "Dızanım ko xwendın çıraye çıra...
( Biliyorum okumak meşaledir meşale...)"


- Kîne Em?



212. ""Destê tirsoneka sînga spî nabînî.""


- Salar û Mîdya



213. "Bımrı koledar, bımri zordesti.
( Kahrolsun sömürgecilik, kahrolsun zorbalık!)"


- Kîne Em?



214. "Hey welat heqê me ye, lê em ji xew nabin şiyar"


- Sewra Azadî



215. "Li her der têne kuştin
Bê xwedî ne, bê pişt in"


- Ronak



216. "Birader, ger ji seyda win dipirsin
Dibê carek ji dijmin win netirsin."


- Hêvî



217. "Welat ta kengî
Wilo perçe bî?
Em tev di nav de
Jar û şikestî"


- Ronak



218. "" Çiqas dijwar e, çûna bê weger. ""


- Cegerxwin



219. "Bi Kurdî bijî."


- Zend-Avista



220. "Na na, metirse Kurd nema dimirî, hêdî hêdî dixwînî û ciwan radibin û pîr dimirin."


- Cim û Gulperî



221. "Tenê roja dilê min çûye ava
Li ber çavên me dinya tar e îro"


- Hêvî



222. ""Wekhev bibin tev êl û ol,
Tev şîn bibin ev deşt û çol.""


- Hêvî



223. "Gur in, lê xwe di nav postê berxikê de vedişêrin."


- Reşoyê Darê



224. "Le bı kuştın u zından mıllete Kurd namıri."


- Kîne Em?



225. "Ez karkerek dest hişk im!

Ben eli nasırlı işçiyim!"


- Kîne Em?



226. "Em gulên evînê, pêlên derya jînê
Lew dilxweş û şadin, serbest û azadin
Pir xweşe...."


- Kî Me Ez



227. "Ez dîn kirim bê dînê
Serxweş kirim bi dînê
Bi şîşikên evînê
Dil kirye wek kibabê"


- Ronak



228. "Îşev civanê me ye
Bêjin keçê bila bê
Li baxçê rê heye
Ko em vexun şerabê"


- Ronak



229. "Pélek maye emré min, ezé bimirim

* * *

Bir an kalmış ömrüm, öleceğim.."


- Agir û Pirûsk



230. "Pir şerm e ku her kes xwedî ala û sera bin
Lê Kurd bi tenê herr li dinê bê kir û kêr bî"


- Sewra Azadî



231. "Em dê çilo bigrin welat?
Ko em ji xew qet ranebin"


- Hêvî



232. "Ya bi kengî em di bin destê neyaran wer bijîn
Serbilindê milletê kurd, win ji xo nakin fedî?"


- Hêvî



233. "Başı dik olan Kürtler
Artık kölelik istemezler.
Biz özgürlükçüyüz,
Özgürlük bizim davamız."


- Kîne Em?



234. "Qêrin dikim ez kes nabihîzîd

" Bağıryorum kimse duymuyor ""


- Sewra Azadî



235. "Gazî dikim kurdên xewar
Rabin ji xew carek şiyar..."


- Ronak



236. "Em ji rê dernakevin çendan bibênin zulm û zor
Lewleb û çerxa cihanê, geh li jêr in geh li jor"


- Kî Me Ez



237. "Di çavê wî de, tim agir û pêt
Xwîna millettê kurd, wî hemî mêt"


- Salar û Mîdya



238. "Bimri koledar, bimri zordesti
Biji azadî, biji serbesti...
( Kahrolsun kölelik, yıkılsın zorbalık, yaşasın özgürlük! Yaşasın bağımsızlık!)"


- Kîne Em?



239. "Şêr şêre, jin bî yan jî mêr,
Navhê tevan danîne şêr"


- Kîne Em?



240. "Na, di bextê tew xwedêde, dil bi pêt û agire"


- Kî Me Ez



241. "Nabim xulamokî kesî
Da zanibî rêzanim ez"


- Kî Me Ez



242. "Meger seyda ji tîr û awirên yarê Ciger xwîne"


- Kî Me Ez



243. "Poz bilind şirinê rû gewr û por zerîne
Rista me ya evînê li wê bejna bedew tê"


- Kî Me Ez



244. "Ma kî naxwazî, xweşî,dilşadî ?
Em tev mirovin, pismam û dotmam
Bi me nexweş tên ev rist û nîzam
Serê me dişke bi dar û qamçî
Bindest û reben, pêxwas û birçî
Idî birtirsin va roja me hat
Bimirî koledar, bijî ev welat..."


- Kîne Em?



245. "Kes rê şanî we nadî
We jî navê azadî
Serbest nabin li dinê
Ko zor nedin xwendinê"


- Ronak



246. "Keşke olmasaydım,
Bu kalleş dünyada."


- Kîne Em?



247. "Di vî warî evîndar im
Şikestî per, birîndar im
Gerok im , bê cîh û war im
Nema mizgîn ji Laleş tê"


- Hêvî



248. ""Dêrika xopan ne tu war e
Bi rojê germ e, bi şevê sar e
Were em hev û din birevînin
Xwe bavêjin Heramiya xopan
Ci u meskenê dost û yar e"

"Yıkılası Derik, yaşanılacak yer değil
Gündüzü sıcak, gecesi kış ayazdır
Haydi gel beraber kaçalım
Gidelim yıkılası Herami'ye
Baba dede diyarı, dost evine""


- Hayat Hikayem



249. "Ma kî naxwazî, xweşî,dilşadî ?
Em tev mirovin, pismam û dotmam
Bi me nexweş tên ev rist û nîzam
Serê me dişke bi dar û qamçî
Bindest û reben, pêxwas û birçî
Idî birtirsin va roja me hat
Bimirî koledar, bijî ev welat..."


- Kîne Em?



250. "Xwezi ko ez nebûma,
Lı vê dınya pır teres.

Keşke olmasaydım,
Bu kalleş dünyada."


- Kîne Em?

Binlerce dünya klasiğini Türkçe ve ücretsiz okumak için hemen Kitaptik’i keşfet!